Neteweyên Yekbûyî: Qeyrana li Lîbyayê bi rêyên leşkerî nikare bê çareserkirin

Neteweyên Yekbûyî: Qeyrana li Lîbyayê bi rêyên leşkerî nikare bê çareserkirin

Sekreterê Giştî tê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric destnîşan kir, qeyrana li Lîbyayê bi rêyên leşkerî nikare bê çareserkirin.

Stephane Dujarric di berdewama daxuyanîya xwe de de balan kişand li ser mijara midaxeleya leşkerî ya ku tê xwestin ji teref Misirê ve li Lîbyayê bê kirin û destnîşan kir “Em di vî warî de bi rayedarên Misirê re hevdîtinan dikin.Ji bo temamê welatan û wan welatên ku li Lîbyayê di sehayê de ne peyama eşkere ye: ji çareserîya leşkerî re hewce nîne. Çareserîya tekane çareserîyeke siyasî ya ku hatiye muzakerekirin e.”

Meclîsa Misir mudaxeleya ku dê ji teref Misirê ve li Lîbyayê bê kirin di encama dengdayîna ku hat kirin de tesdîq kir. Sîsîyê darbeker di daxuyanîya ku belav kiribûn de destnîşan kiribû, bajara Sîrteyê ya Lîbyayê ji bo Misirê “xeta sor” e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler