Netîceyên hilbijartinan: 11 mirî 119 birîndar

Netîceyên hilbijartinan: 11 mirî 119 birîndar

Di bûyerên ku doh di hilbijartinan de pêk hatin de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 119 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di bûyerên ku doh di hilbijartinan de pêk hatin de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 119 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh di dema hilbijartinan de li Entabê, Kayserî, Mêrdîn û Konyayê 3 jê pîrek tevde 5 kes ji qeyrana qelb jiyana xwe ji dest dan.

Di pevçûnên ku doh li Şehîtkamîla Entabê derket de 2 kes jiyana xwe ji dest dan yek jê giran 6 kes birîndar bûn, li Şefaatlîya Yozgatê jî  kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li bajarên bi navê Samsûn, Riha û Diyarbekirê jî ji ber hilbijartinan pevçûn derket. Di encama pevçûnên ku derketin de  2 jê giran tevde 47 kes birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.