Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîclê têra pêdivîya herêmê nakin
Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîclê yê ku ji bo herêmê navenda tenduristîyê ye ji ber ku bersivê nade pêdivîya nexweşan mexdûrîyet pêk tên.
Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîclê yê ku ji bo herêmê navenda tenduristîyê ye ji ber ku bersivê nade pêdivîya nexweşan mexdûrîyet pêk tên. Lewra nexweşên ku tên nexweşxanê hewl didin pêşî fîşa dorê û dûre jî ya muayenê bistînin ku di vê pêvajoya seknê ya ku berdewam dike de him kesên nexweş û him jî nasên nexweşan mexdûr dibin.
Nexweş gelek zêde di dorê de dimînin
Welatîyên ku hêj di wextên şeveqê de ji gundan û ji bajarên derdorê tên ji bo karibin fîşê bistînin gelek zêde di dorê de dimînin. Kesên nexweş û naskirîyên wan ji bo karibin fîşê bistînin dû re li ber derîyê doxtor dikevin dorê da ku karibin fîşa muayenê bistînin. Ji ber ku ev yek gelek zêde berdewam dike him kesên nexweş û him jî nasên wan mexdûr dibin. Hetta ji ber vê yekê gelek caran gengeşî û munaqeşe pêk tê.
Ji bo mexdûrîyet bên çareserkirin divê tedbîr bên standin
Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîclê yê ku ji bo herêmê navenda tenduristîyê ye ji ber ku bersivê nade pêdivîya nexweşan mexdûrîyet pêk tên. Kesên nexweş û nasên wan ji bo tahlîl û rontgenan carinan bi rojan mecbûr dimînin ku li nexweşxanê bimînin ku ev yek jî tehdayî û zehmetîyeke cuda dide welatîyan. Welatî û nexweşên wan niha bendewar in ku problemên heyî bên çareserkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.