Nifûsa Tirkîyê derket li ser 82 milyonî
TUÎKê destnîşan kir nifûsa Tirkîyê ji meha berfanbara sala 2018an pê ve derket li ser 82 milyonan.
Ji teref Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê ve derbarê nifûsa Tirkîyê de daxuyanîyek hat belavkirin. Li gorî daneyên ku ji teref Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê ve hatine belavkirin ji 31ê Berfanbara sala 2018an pê ve nifûsa Tirkîyê bû 82 milyon û 3 hezar û 882 kes.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin ji sedî 50,2yê nifûsa zilam û ji sedî 49,8ê nifûsê pîrek in.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.