Nirxandinên ji bo burs û kredîyan berdewam dikin

Nirxandinên ji bo burs û kredîyan berdewam dikin

Midûrtîya Giştî ya Yurt û Kredîyê derbarê serîlêdan û encamên kredî û bursan de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir nirxandina ji bo encaman berdewam dike.

Ji teref Midûrtîya Giştî ya Yurt û Kredîyê ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji teref Midûrtîya Giştî ya Yurt û Kredîyê ve pêvajoya nirxandinê ya serîlêdanên ku di navbera 15-21ê Cotmehê de ji bo burs û kredîyan hatibûn kirin berdewam dike.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, dema ku nirxandin bi dawî bû ew ê encam ji ser malpera yurtkur.gsb.gov.tr yê bên daxuyandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.