NY: Ji destpêka sala 2020î vir ve li Yemenê 110 hezar kes bi kolerayê ketin

NY: Ji destpêka sala 2020î vir ve li Yemenê 110 hezar kes bi kolerayê ketin

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir nexweşî di meha Çileyê de dest pê kirine û ew ê heta meha Tebaxê berdewam bike.

Li Yemena ku lê însanan bi xela, hişkesalî û nexweşîyên cûrbecûr re rû bi rû mane her ku diçe rewşa xerabtir û nebaştir dibe. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin nexweşîya kolerayê her ku diçe tesîra xwe ya li ser însanan zêde dike.

Derbarê şoba ku li Yemenê her ku diçe tesîra xwe zêde dike de ji teref Ofîsa  Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji destpêka sala 2020î vir ve li Yemenê 110 hezar kes bi kolerayê ketin, nexweşî di meha Çileyê de dest pê kirine û ew ê heta meha Tebaxê berdewam bike.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.