Ofîsa NRTya ku bûyerên li Şêladzê zindî da weşanê hat girtin
Ofîsa li Dihokê ya NRTya ku bûyerên li Şêladzê zindî da weşanê hat girtin.
Hat ragihandin Ofîsa NRTya ku bûyerên li Şêladzê zindî da weşanê hat girtin.
Berî vê çend rojan piştî ku di bomberana balafirên şer ên Tirkîyê li Şêladzêya Dihokê xelk xwe berdabûn kolanan û berê xwe dabûn baregaha leşkerî ya Tirkîyê û wesayîtên di baregahê de tevekan şewitandibûn ku televîzyona NRT jî van bûyeran bi zindî dabû weşanê. Hat diyarkirin ofîsa Dihokê ya NRTê bi îddîaya ku bi weşanên xwe xelkê tahrîk dike hat girtin.
Hêzên asayîşê yên Herêma Kurdistanê di ser ofîsa NRT ya li Dihokê de girtin û çend nûçegihanên NRT binçavkirin û dû re derîyê ofîsê qufle kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.