Oktay û Çavuşoglu çûn New Zelandê

Oktay û Çavuşoglu çûn New Zelandê

Fuat Oktayê Alîkarê Serokkomarû Wezîrê Karên Derve çûn Christchurcha New Zelanda ku lê di camîyê de qetlîam hat kirin.

Hat ragihandin Fuat Oktayê Alîkarê Serokkomar û Wezîrê Karên Derve çûn Christchurcha New Zelanda ku lê di camîyê de qetlîam hat kirin.

Oktayê Alîkarê Serokomar derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Oktay di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: “ Ji bo em ji wan birayên xwe yên ku di êrîşa terorê ya li New Zelandê hatin hedefgirtin bibin piştevan, em hatin Christchurcha New Zelandê. Me li vê derê  bi Alîkarê Serokwezîrê New Zelandê û Wezîrê Karên Derve Wînston Peters re hevdîtin ku me ji wan derbarê lêpirsîna ku berdewam dike de agahî girtin.”

Çavuşoglu jî ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û destnîşan kir ji bo ji birayên xwe yên ku êrîşa terorê de hatine qetilkirin bibin destek û piştevan hatine Christchurcha New Zelandê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.