Otobus gundirî şarampolê: 20 kes birîndar bûn

Otobus gundirî şarampolê: 20 kes birîndar bûn

Li Kemera Antalyayê otobusa ku penaberan vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 20 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Kemera Antalyayê otobusa ku penaberan vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 20 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 18.00an de li Taxa Tekîrovaya Kemera Antalyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 06 DD 645 a ku ajokarê wê M.D. bû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gindirî şarampolê.

Di encama qezaya ku pêk hat de 20 geştyarên ji welatên cûrbecûr birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.