Otobusa rêwîyan qeza kir: 18 birîndar

Otobusa rêwîyan qeza kir: 18 birîndar

Li ser Rêbeja Bursa-Balikesîrê otobusa rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Bursa-Balikesîrê otobusa rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 16.00an de li 30emîn kîlometreya Rêbeja Bûrsa-Balikesîrê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 06 NZ 428 ji bo li TIRa ku ji hember dihat neqelibî berê otobusê ji nişka ve vegerand û qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de ji 27 rêwîyên di otobusê de tevde 18 rêwî birîndar bûn. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê mijarê lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.