Otobusa rêwîyan qulibî: 2 mirî 29 birîndar

Otobusa rêwîyan qulibî: 2 mirî 29 birîndar

Otobusa rêwîyan a ku ji Rihayê ber bi Mêrsînê ve diçû li Edenê qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin otobusa rêwîyan a ku ji Rihayê ber bi Mêrsînê ve diçû  ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li Edenê qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.

Qeza li Çukurovaya Edenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 63 BB 553 a ku ji Rihayê ber bi Mêrsînê ve diçû  ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li Edenê qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesên bi navê Ahmet Dogan û Fevzî Denîz jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.