Otobûsa rêwîyan qulibî: 8 mirî 27 birîndar

Otobûsa rêwîyan qulibî: 8 mirî 27 birîndar

AFYONKARAHÎSAR-Li Afyonkarahîsarê otobûseke rêwîyan qulibî qanala avê, di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Afyonkarahîsar-Entalya otobûseke rêwîyan qulibî qanala avê, di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Afyonkarahîsar-Entalya pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobûsa rêwîyan a bi plaqeya 07 ZY 555 a ku aîdî fîrmya Kamîl Koç bû ji kontrolê derket û gindirî qanala avê. Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.