Otobusa rêwîyan û qamyon li hev qelibîn: 18 birîndar
Li Entabê otobusa rêwîyan û qamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndarbûn.
Hat ragihandin li Entabê otobusa rêwîyan û qamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 18 kes birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Tarsûs-Edenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 27 BMR 98 û û qamyona genimbarkirî ya bi plaqeya 33 PNG 81 li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de şofêrê qamyonê û 17 rêwî birîndar bûn. Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.