Otomobîl ket bin qamyonê: Kesek jiyana xwe ji dest da
Li Hezexa Şirnexê otomobîlek ket bin qamyonê, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin li Hezexa Şirnexê otomobîlek ket bin qamyonê, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da. Qeza di wextên şeveqê de li nêzî gundê Çigirê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi palqeya 73 EC 734 ket bin qamyona li pêşîya xwe. Feyzullah Yildirimê ku ajokarê otomobîlê bû jiyana xwe ji dest da.
Cendirmeyên ku hatin cihê bûyerê derbarê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.