Otomobîl li otobusê qelibî: Mirîyek 10 birîndar

Otomobîl li otobusê qelibî: Mirîyek 10 birîndar

Li Bîngolê otomobîlek li otobusa rêwîyan qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Bîngolê otomobîlek li otobusa rêwîyan qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser 4emîn kîlometreya Rêbeja Bîngol-Xarpêtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 06 FM 2825 a ku ajokarê wê Nîmetullah Kandemîr bû ji ber qeşaya ku ketibû li otobusa bi plaqeya 35 HCR 04 qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.