Pakistanê balafira şer a Hindistanê xist xwarê
Artêşa Pakistanê 2 balafirên Hindistanê yên ku sehayên wan a asimanî îhlal kirin hedef girt, di encama bûyerê de balafireke Hindistanê hat xistin xwarê.
Hat ragihandin artêşa Pakistanê 2 balafirên Hindistanê yên ku sehayên wan a asimanî îhlal kirin hedef girt, di encama bûyerê de balafireke Hindistanê hat xistin xwarê. Balafira şer li herêma Cammû Keşmîrê ket.
Pakistan piştî xistina balafirê daxuyanîyek da û destnîşan kir ew naxwazin bi Hindistanê re rageşîyê zêde bikin; lê belê ger ew mecbûr bimînin ew ji hemû tiştî re amade ne.
Di çapemenîyê Hîndistanê de hat diyarkirin 2 firokevanên balafira şer a Hindistanê mirine.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.