Parlementerê HÜDA PARê Faruk Dinç: Dijminatiya li hemberî zimanan, dijminatiya li hemberî fîtratê û teqsîmata Xwedê ye

Parlementerê HÜDA PARê Faruk Dinç: Dijminatiya li hemberî zimanan, dijminatiya li hemberî fîtratê û teqsîmata Xwedê ye

Parlementerê Mêrsînê yê HÜDA PARê Faruk Dinç, di panela bi navê 'Ez Zimanê Xwe yê Dayikê Hilbijêrim' a ku li Çewlîgê hat darxistin de axivî. Dinç destnîşan kir ku ziman ayetên Xwedê ne û dijminatiya li hemberî zimanan wekî dijminatiya li hemberî teqsîmata

Serokatiya Karên Perwerdehiyê ya HÜDA PARê, bi armanca balê bikişîne ser pêvajoya dersên bijarte û derbarê zimanê dayikê de hişyariyekê di civakê de ava bike, li Çewlîgê panela 'Zıvanê Dadiya Xu Vicneno / Ez Zimanê Xwe yê Dayikê Hilbijêrim' li dar xist.

Di panelê de; Akademîsyen Dr. Mehmet Aslanoğulları bi sernavê 'Di avakirina nasnameyê de rola ziman', Perwerdekar Mahmut Kaya derbarê 'Di pergala heyî de pirsgirêkên dersên bijarte' û Parlementerê Mêrsînê yê HÜDA PARê Faruk Dinç jî li ser 'Rola yekker a perwerdehiya bi zimanê dayikê' pêşkêşiyên xwe kirin.

'Di Medeniyeta Me De Dijminatiya Zimanan Tune Ye'

Dinç di bernameyê de axivî û behsa nexweşiya nîjadperestiyê û bandorên wê yên li ser civakê kir. Dinç destnîşan kir ku cihêrengiya zimanan dewlemendiya erdnîgariyan e û wiha got:

'Mirov bi hebûna zimanan dostaniyê ava dikin. Ew kesên ku dijminên ziman in, dijminên eslî yên dostaniyê ne. Ew zalimên mezin in. Ji ber vê yekê civaka me ketiye vê rewşa xirab. Halbuki di medeniyeta me de dijminatiya li hemberî ziman tune ye. Heya Pêxemberê me (s.a.v) ji sehabiyên xwe re pêşniyar kiriye ku zimanên din jî hîn bibin. Nexwe zirara ziman tune ye, berevajî vê feydeya wî heye. Ew kesên ku zimanekî li ser mirovan disepînin; Îngilistan, Almanya, Îtalya û Fransa ne. Lê belê li parzemîna Ewropayê 280-290, li Asyayê jî 2 hezar û 300 ziman tên axaftin. Wan dijminatiya ziman kirin û mixabin di rabirdûyê de rêveberên welatê me jî rûyê xwe zivirandin aliyê wan zaliman. Nexwe maskeyên wan zaliman li Gazeyê ketin û rûyê wan ê şeytanî derket holê. Heya îro bi gotinên xweş gelê me xapandin; îro em dinêrin ku dema di medyayê de dosyaya Epstein tê rojevê, ji ber wehşet û gemariya wê, edeba me dest nade ku em vê meseleyê bînin ziman.

Dinç got: 'Ev tiştekî wisa ye ku gava em di rûpelên dîrokê de li dijminatiya ziman dinêrin, em dibînin ku birînên hatine vekirin zû bi zû daxer nabin. Birîna dijminatiya li hemberî ziman û qewman kûr dibe. Wan fitne xistin nava ewladên Misilmanan û di dilan de birîneke wisa vekirin ku başbûna wê gelekî zehmet e. Di dema Osmanî de ku me dijminatiya zimanan nedikir, em 41 welat bi biratî dijiyan.'

'Nexweşiya nîjadperestiyê ya ku Pêxemberê me xistiye bin lingên xwe, em ê li ser serê xwe negerînin'

Dinç cihêrengiya xwezayê û ya zimanan dan ber hev û wiha axivî: 'Cihêrengî dewlemendî ye. Dijminatiya li hemberî cihêrengiya zimanan, dijminatiya li hemberî fîtratê ye. Îro li ser rûyê erdê 11 hezar cureyên çivîkan hene û her yek bi dengekî cuda dixwîne. Reng û cureyên wan ên cuda hene. Em mirov jî; reng û şiklê me û heta şopa tiliyên me her çar panelîstan jî ji hev cuda ne. Dijminatiya li hemberî cudahiya zimanan, dijminatiya li hemberî fîtratê û teqsîmata Xwedê ye.'

Dinç diyar kir ku armanca wan a vê bernameyê parastina maf û hiqûqa zimanan e ku ew ayetên Xwedê ne û wiha got: 'Wekî HÜDA PARê armanca me ya lidarxistina vê panelê ne tenê ji ber ku em Zaza ne ye. Em Misilman in û em maf û hiqûqa zimanan a ku ayetên Xwedê ne diparêzin. Em ê hem xwedî li zimanê xwe hem jî xwedî li dînê xwe derkevin. Em ji nexweşiya nîjadperestiyê dûr disekinin. Nexweşiya nîjadperestiyê ya ku Pêxemberê me (s.a.v) xistiye bin lingên xwe, em ê li ser serê xwe negerînin. Kesekî Misilman li ku derê neheqiyekê bibîne, divê li hemberî wê bisekine.'

Dinç derbarê nêzîkatiyên neyînî de jî got: 'Gava bi Kurdî tê axaftin dibêjin "em fêm nakin". Nexwe gava hûn bi Japonî an jî Îngilîzî nezanibin, ma ew ziman jî tune ne?

Dinç, nêzîkatiya Pêxemberê me ya li hemberî reng û nîjadan bi qiseya Şerê Xendekê veguhast û wekî dawî wiha got:

'Di Şerê Xendekê de Pêxemberê me qîmet da fikra Selmanê Farisî û bi vî awayî herikîna şer guherî. Kesî negot "ew Farisî ye, em guh nedinê"; qîmet danê û fikra wî sepandin. Ango her çi qas ziman hebin, ew qas dewlemendî heye. Kesek zimanê xwe yê dayikê çiqasî baş bizanibe, zimanê fermî yê welat jî ew qasî baştir fêm dike. Mînak, di meclîsê de gava bi Kurdî tê axaftin dibêjin "em fêm nakin", nexasme Zazakî qet fêm nakin. Zimanê ku fêm nakin, wekî tune dihesibînin. Ez jî dibêjim; nexwe gava hûn bi Japonî an jî Îngilîzî nezanibin, ma ew ziman jî tune ne? Mantiqeke wisa nabe.'

Dinç di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser encamên înkarê û wiha got: 'Heke em zimanan tune bihesibînin, enerjiyeke neyînî derdikeve holê û em ê ewladên welatê xwe bikin dijminê memleketê xwe. Divê em ne bi hestiyarî, lê bi aqlekî selîm tevbigerin. Divê em bi hesabkirina feyde û zerara wê nêzîkî meseleyan bibin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.