PDK: “Ên sazîyên hikûmetê dişewitînin û didin ber keviran ne xwepêşandêr in”

PDK: “Ên sazîyên hikûmetê dişewitînin û didin ber keviran ne xwepêşandêr in”

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser xwepêşandanên çend roj berê, peyamek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; xwepêşandan û azadiya nîşandana nêrînan, yek ji sîmayên ciwan ên her civakekî demokrat e. PDK nîgeraniya xwe tîne ziman ku hin kes û alî arasteya xwepêşandanên şaristanî ber bi tundî û tevliheviyê dibin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Peyama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wiha ye:

Yek ji sîmayên ciwan ên her civakekî demokrat û pêşketî, hebûna azadiya nîşandana nêrînan û çalakiyên şaristanî ye ku ji bo daxwaziya mafên çîn û komên civakê têne encamdan.

Bêguman xwepêşandan jî, him şêweke azadiya nîşandana nêrînan e û him jî ji bo daxwazkirina mafên welatiyan çalakiyeke şaristanî ye. Loma em weke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bilî ku baweriya me bi mafê xwepêşandanên şaristanî û aram heye, di heman demê de weke prensîpa me ya siyasî jî em piştgirî û piştevaniya wê dikin.

Li gor nêrîna me, xwepêşandanên welatiyan di çarçoveya yasayan de, cûreyek e ji bo beşdarbûna rasterast a welatiyan di pêvajoya siyasî ya welat de û armanca encamdana xwepêşandanê jî diyaloga rasterast a navbera hikûmet û welatiyan e, da ku bi hev re rêyeke rast ji bo çareserkirina kêşe û giriftan û pêkanîna xwestek û daxwazên hemû çîn û kom û pêkhateyên civakê bibînin.

Lê belê tiştê ku cihê xemgînî û nîgeraniyê ye, dema ev xwepêşandan têne encamdan, hinek kes û alî, xwe di nav xwepêşanderan de vedişêrin û rêya şaristanî ya xwepêşandanê ji bo daxwazên xwe yên taybet bi kar tînin û arasteya xwepêşandanê ber bi tundiyê û avêtina ser saziyên hikûmetê û partiyan diguherînin. Bi vî awayî li aliyekî nearamî çêdikin û aştiya civakî ya temamê gelê Kurdistanê dixin metirsiyê û li aliyê din jî armanca xwepêşandanê di nav wê alozî û tevliheviyê de winda dibe û rewşê ber bi hêlekê ve diajon ku fêmkirina hevbeş a navbera saziyên hikûmetê û hêz û aliyên siyasî û xelkê, çênebe. Ev jî astengê dixe pêşiya pêngavên pêkveyî û dîtina çareseriyeke guncaw ji bo daxwazên welatiyan.

Li vir em bi awayekî eşkere tekezî li ser wê yekê dikin; ew kes û aliyên ku bi dizî, xwe dixin nav xwepêşandanên rewa û şaristanî yên welatiyan, piştre di bin navê xwepêşandanê de diavêjin ser nexweşxane û saziyên hikûmetê û baregehên hêz û aliyên siyasî û keviran diavêjin û wan dişewitînin, ew ti car weke xwepêşander nayên hesibandin û divê bi yasayan ji bo wan sînor were danîn.

Herwiha divê yasayên xwepêşandan û xwepêşanderan jî werin parastin û hemû rênimayên yasayî werin pêkanîn da ku arasteya aştiyane û şaristanî ya xwepêşandana welatiyan ji rê dernekevin, ku ev jirêderketin xedrekî mezin li daxwazên wan welatiyan dike ku ji bo mafên xwe, xwepêşandanê dikin. Herwiha ev di nav civaka me de pêşvebirina zihniyeteke biyanî ye jî.

Em di dawiyê de careke din tekez dikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê, piştevanê mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye û hemû hewlên xwe dide da ku ligel aliyên din ên siyasî yên dilsoz, piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were kirin ji bo çareserkirina kêşe û giriftên ku bûne sedema van qeyranan û ev bargiraniya li ser milê welatiyên xoşewîst were sivikkirin ku niha ji ber vê rewşê, jiyana wan dijwar bûye.

Herwiha em piştevaniya hemû wan hewlên yasayan jî dikin ku di çarçoveya qanûnan de sînorek ji bo hemû van kes û aliyên tevlihevker were danîn, ku jîngeha aştî û şaristanî ya xwepêşandanan ber bi arasteya tundî û nearamiya siyasî û têkbirina aştiya civakî ya gelê Kurdistanê dibin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.