Pêdivîya 56 milyon kesî ji alîkarîya bi lez re heye
Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir li 8 welatan pêdivîya 56 milyon kesî ji alîkarîya bi lez re heye.
Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve derbarê welatên ku lê şer, hişksalî û xela heye de raportek hat amadekirin. Di raporta ku hat amadekirin de hat diyarkirin li 8 welatên ku lê şer û pevçûn berdewam dikin pêdivîya 56 milyon kesî ji alîkarîya bi lez a xurekê re heye.
Li gor raporta ku hat weşandin li 8 welatên bi navê Efxanistan, Komareya Efrîkaya Navîn, Komareya Demokratîk a Kongoyê, Sûdana Başûr, Yemen, Sûrîye, Somanlî û Çadê pêdivîya 56 milyon kesî ji alîkarîya bi lez re heye.
Di raportê de hat diyarkirin ji ber şert û mercên neyînî yên jiyanê herî zêde zarok û dîyên wan tesîrdar dibin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.