Pêdivîya êtîmêxaneya ku lê 270 êtîm dimînin bi alîkarîya bi lez heye

Pêdivîya êtîmêxaneya ku lê 270 êtîm dimînin bi alîkarîya bi lez heye

Pêdivîyayêtîmêxaneya ku Garîssaya bajêra Kenyayê ye û lê 270 êtîm dimînin bi alîkarîya bi lez heye.

Ji teref Avrupa Yetîm Elî ve li Garîssaya bajêra Kenyayê ji bo kesên feqîr û jar û her wisa êtîm xebatên alîkarîyê berdewam dikin. Dildarên komelê yên ku li Garîssayê xebatên alîkarîyê dikin destnîşan dikin pêdivîya gelê vê derê bi alîkarîya bi lez heye.

Yek ji wan cihên ku însan lê hewceyî alîkarîyê ne Êtîmaxaneya Najahê ye. Dildarên Komeleya Avrupa Yetîm Elîyê çûn serdana zarokên ku li êtîmxanê dimînin  û ji wan pêlîstok, cil û berg û şekir belav kirin û dilê zarokan kêfxweş kirin.

“Pêdivîya êtîmêxanê bi alîkarîya bi lez heye”

Evdillah Muhammedê ku ji rayedarên êtîmxanê ye derbarê mijarê de diyar kir; pêdivîya êtîmxanê ji alîkarîya xêrxwazan re heye.

Evdillah Muhammed  di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Tu kes tune ye ku her tim destek û piştgirîyê bide êtîmxaneya me. Alîkarîyek ji Qatarê tê, lê belê ew jî têra êtîmxanê nake.  Zarokên ku ji herêmên cûrbecûr hatine li vê êtîmxaneya me dimînin. Zarokên me bi alîkarîya xêrxwazan hewl didin jiyana xwe biborînin. Ji ber ku alîkarîyên ku tên kirin dereng dimînin û nebes in em her tim ji dikanê bi deyn erzaqê tînin. Lê belê ji ber ku deynê me pir zêde bûye dikan jî nema bi deyn dide me. Pêdivîya êtîmêxanê ji alîkarîya bi lez re heye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler