Pêşeng û Rêberê berxwedana Îslamî: Şêx Îzzeddîn El-Qessam

Pêşeng û Rêberê berxwedana Îslamî: Şêx Îzzeddîn El-Qessam

Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku di dîroka Îslamê de bi tekoşîna xwe ya li dijî îşqalkerên Îngîlîz û siyonîstan tê nasîn di salvegera şehadeta xwe ya 84yemîn de tê yadkirin.

Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku ji bo azadiya Quds û Mescîda Aqsayê li dijî îşqala sîyonîstan tekoşîn kiriye û derbarê vê yekê de ji ciwanên Îslamê re bûye mînak bi minasebeta salvegera xwe ya 84yemîn tê yadkirin.

Şêx Îzzeddîn El-Qessam di sala 1921an de li bajarê Hayfaya Flîstînê bicî dibe û dest bi dersên ilmî dike. Her wiha ji bo ku gel ji aliyê Îslamê ve hişyar bibe dest bi xebatên xwe yên îrşadê dike. Şêx Îzzeddîn El-Qessamê ku bang li gel dikir da ku hişyar bibin, exlebê di waazên xwe de qala cîhadê dikir. Dûvre wek fiîlî dest bi xebatên cîhadê kir û derbarê vê yekê de ders dida ciwanan. Di pêşengiya wî de di sala 1931an de tevgereke cîhadî hat destpêkirin. El-Qessamê ku di rêya azadbûna Filîstînê de tekoşîneke pir mezin kir di 19ê Mijdara sala 1935ê de ji teref yekîneya Îngilîzan a ku ji  500 kesî pêk dihat ve piştî ku hat dorpêçkirin hat şehîdkirin. Pêşeng û Rêberê Şaxa Leşkerî ya HAMASê ya Tevgera Berxwedana Îslamî Şêx Îzzeddîn El-Qessam bi minasebeta salvegera şehadeta xwe ya 84yemîn tê yadkirin.

Şêx Îzzeddîn El- Qessam kî ye?

Muhammed Îzzeddîn Îbnî Abulkadîr El- Qessamê ku ji bo azadiya Quds û Mescîda Aqsayê tekoşîn dikir li Cebeleya girêdayê Lazkiyeya Sûrî di sala 1880an de hat dinê. El- Qessam li Sûrî û Misrê ilmên Îslamî tehsîl kir û dûvre ji Zanîngeha El- Ezher mezûn bû. Piştî vê yekê El- Qessam dest bi xebatên îrşadê kir.

Her wiha El-Qessam derbarê tekoşîna Îslamî de xwedî helwesteke baş bû. El- Qessam derbarê vê yekê de biryar dide ku beşdarê tekoşîna Omer Muxtar bibe. Lê hikûmeta li Sûrî ji beşdarbûna cîhada Lîbyayê ya Şêx Îzzeddîn El- Qessam û hevalên wî re bû asteng. El-Qessam dema ku dibîne hêzên dagirker û siyonîst derbarê lîstika Qudsê de têkiliyê bi hev re dikin di sala 1921an de li bajarê Hayfaya Filîstînê bicî bû.

Dema ku dibîne Îngilîzên ku axên Filîstînê dagir dikin û Yahudiyan tînin li wir bicî dikin, dest bi amadehiya cîhadê dike. Di vê heyamê de ji aliyekê ve ders dide ciwanan da ku beşdarê cîhadê bibin û ji aliyekê ve jî teçhîzat temîn dike. Lewra di 5ê Nîsana sala 1931an de wek fiîlî cîhad hat destpêkirin. Dê vê dîrokê de micahîdên Îzzeddîn El-Qessam li El-Yecûrê êrîş lidar dixin û 3 sîyonîstên ku têkiliya wan bi Îngilîzan re heye dikujin. Êrîşên cûr bi cûr li dijî dagirkerên Îngilîz û siyonîstan lidarxistin.

Şehadeta Şêx Îzzeddîn El- Qessam

Şêx Îzzeddîn El- Qessam di 19ê Mijdara sala 1935an de dema ku  perwerdehî dida micahîdan ji teref yekîneya Îngilîzan a 500 kesî ve hat dorpêçkirin. Lê El-Qessam û micahîdên bi wî re teslîm nebûn. Wan bi dagirkeran re şer kirin. Piştî vê yekê di encama êrîşa hewayî ya ku li dijî wan hat lidarxistin de Şêx Îzzeddîn El- Qessam û hinek micahîdên cem wî hatin şehîdkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler