Pêwîst e cihê qebra Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkerekirin

Pêwîst e cihê qebra Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkerekirin

Ji ber minasebeta salvegera şehadeta 94emîn a Şêx Seîd û hevalên wî daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn, di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin“Pêwîst e cihê qebra Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkerekirin.”

Ji teref Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustazafan ve ji ber minasebeta salvegera şehadeta 94emîn a Şêx Seîd û hevalên wî piştî nimêja înê li ber Mizgefta Sûra Diyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ev bi salan e  ku cihê qebrên Şêx Seîd û hevalên wî tên veşartin ku ev yek bi xwe jî zilmeke mezin e.

Metna daxuyanîya çapemenîyê ji teref Uzeyîr Yuva ve hat xwendin. Yuva di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser zilma ku di dema komarê de li Mislimanan hatine kirin û destnîşan kir ji ber Şêx Seîd û hevalên wî ji zilmê re razî nebûne hatin darvekirin.

 “Nexasim xelkê Kurd micadeleya Şêx Seîd divê baş lêkolîn bike”

Yuva di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê ev gotinên Şêx Seîd “Tirsa min tune ye ku ez bêm kuştin. Muheqqeq mirina min ji bo Xwedê û Îslamê ye.” ji temamê xelkê Kurd re bibe şîar û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Nexasim xelkê Kurd micadeleya Şêx Seîd divê baş lêkolîn bike. Her wisa divê ev gotinên Şêx Seîd ‘Tirsa min tune ye ku ez bêm kuştin. Muheqqeq mirina min ji bo Xwedê û Îslamê ye’ ji temamê xelkê Kurd re bibe şîar û divê Kurd dahatûya xwe li ser vê şîarê ava bikin.”

“Pêwîst e cihê qebra Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkerekirin”

Yuva di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî 94 sal derbas bûn; lê belê ev 94 sal Şêx Seîd û hevalên wî nedan jibîrkirin. Yuva dû re wisa dawî li daxuyanîya xwe anî: “ Em di salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî de wanan bi rehmet yad dikin. 94 sal ji ser şehadeta wan derbas bû  ku cihê qebrên Şêx Seîd û hevalên wî hêj tê veşartin ku ev yek bi xwe jî zilmeke mezin e. Pêwîst e cihê qebrên Şêx Seîd û hevalên wî bên eşkerekirin. Divê dewlet ji ber zilma ku wê heyamê hatine kirin ji xelkê Misliman lêborîna xwe bixwaze. Divê ew îthamên ku di kitêbên mekteban de derheqê wan de tên kirin ji mufredatê bên rakirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.