Pîreka ku bi Coronavîrusê ket bi Kurdî bang kir: Pir bi dîqqet bin, ji malên dernekevin!

Pîreka ku bi Coronavîrusê ket bi Kurdî bang kir: Pir bi dîqqet bin, ji malên dernekevin!

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destnîşan kiribû ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilat li dijî Coronavîrusê problema îzalasyonê heye ku vîdeoya ku ji teref pîrekek Kurd ê ku bi vîrusê ketiye ve hat kişandin vehameta rewşê ya li herêmê nîşan dide.

Pîreka Kurd a ku bi vîrusê ket û niha li lênerîna awarte de tê dermankirin bang li wan kesên ku serê xwe bi Coronavîrusê naêşînin kir û destnîşan kir ji malên xwe dernekevin û haya xwe ji xwe bikin.

Ambûlansê ez danîm nexweşxaneya li Yenîşehîrê, ji bo Coronavîrusê xwîn ji min girtin û fîlmê min kişandin. Ji tirsan tu kes nêzî min nedibû. Ez 2 seatan di wî halî de mam. Min jî weke we digot ‘tiştek bi min nayê.’ Lê belê ez pê ketim.Min çend caran li nava çavên doktor mêze kir û jê pirsî, negatîf an pozîtîf e? Di dawîyê doktor got ku vîrus li ser kezeba te bi cî bûye û kezeba te bi kul kiriye ku divê em demildest dest bi tedawîyê bikin. Ji min re gotin ku em ê tê bibin lênerîna awarte.We digot kesên extîyar tenê pê dikevin, tiştek bi ciwanan nayê. Tiştekî wisa tune ye, li min mêze bikin ez bi xwe jî pêketim. Ev vîrus guh nade xort û îxtîyar, pîrek û zarokan. Kî pê dikeve dimire. Piştî ku cî di lênerîna giran de çêbû min birin wê derê. Ew ji serî heta binî tije bûbû.Însan nizane ew ê li kû derê û çawa pê bikeve. Ji ber vê yekê pir haydar bin. Eger hûn pêkevin dibe ku haya jê tune be û ji ber we hinek kesên din jî pê bikevin. Heqê we ji vê yekê re tune ye. Mêze bikin em li vê derê perîşan bû, tu kes nayê cem me.Hemşîre te hema serûmê li min dide û direve. Ji min re dibêjin li rûyê min mêze neke da ku bêhna te bi ser me de neyê. Min ket bawer nedikir ku ez pê bikevim.Lewra mala min tije kolonya bû. Min kolonya bi serê xwe dadikir. Lê belê dîsa ez pê ketim. Vîrus heta 12 saetan zindî dimîne ku hûn nizanin ew li kû derê ye. Li mala xwe rûnin û derneyên derve.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler