Pîspor di warê sermayê de hişyarî kirin

Pîspor di warê sermayê de hişyarî kirin

Digel ku hewa cemidîn nexweşîyên demsalî jî zêde bûn, ji ber vê yekê pîspor di warê nexweşîyên ku ji ber sermayê welatî pê dikevin hişyarî li welatîyan kirin.

Prof. Dr. Abdurrahman Şenyîgîtê  Wezîfedarê Hînkerîyê yê Beşa Nexweşîyên Sîngê yê Nexweşxaneyên Fakulteya Tipê yê Zanîngeha Dîcleyê derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Şenyîgît di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir “di vê demsala zivinstanê de him mezin û himm zarok dibe ku bi nexweşîyê bikevin ku ev yek jî ji ber tesîra demsalê ye” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di her demsalê de nexweşî derdikevin holê. Dema ku demsala zivistanê tê nexweşîyên alerjîk dest pê dikin.Di demsala havînê de jî mirov ji ber tesîra tavê bi nexweşîyê dikevin. Bi heman awayî di demsala zivistanê de jî ji ber sermayê însan bi nexweşîyê dikevin.Wek nexweşîyên mîna; şob, zikm, arsim, bapêşê.Ji ber vê yekê welatî li hember sermayê bi tedbîr bin.”

ÎLKHA


Pîspor di warê sermayê de hişyarî kirin

Pîspor di warê sermayê de hişyarî kirin

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.