Piştî êrîşa rezîl a ku li Qur’anê hat kirin re Danîmarka tevlîhev bû

Piştî êrîşa rezîl a ku li Qur’anê hat kirin re Danîmarka tevlîhev bû

Li Danîmarkayê siyasetmedarê bi navê Rasmus Paludanê ku dijminê Îslamê ye pêl Qur’anê kir.

Hat ragihandin li Danîmarkayê siyasetmedarê bi navê Rasmus Paludanê ku dijminê Îslamê ye pêl Qur’anê kir. Piştî ku Paludan pêl li Qur’anê kir re tevlî hev derket. Di encama bûyer û tevlîhevîya ku derket de 23 kes hatin binçavkirin.

Serokê Partîya Stramê Rasmus Paludanê ku dijminê Îslamê ye li taxa ku lê exlebe Misliman dijîn Qur’ana Kerîm pêşî avêtibû erdê û dû re jî li pêl kiribû. Piştî vê êrîşa rezîl û qustax li bajêr bûyer derketin. Di bûyerên ku derketin de 23 kes hatin binçavkirin.

Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Rasmussen di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Ev şexs çalakîyên bêmane dike û dixwaze di nav xelkê de fitn û fesadîyê derîne. Ez ji we rica dikim; bi tundîyê bersiva wî nedin. Lewra feydeya vê yekê jê re ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.