Piştî ku kabîne hat eşkerekirin dolar zêde bû
Berya Serok Erdogan kabîneya nû eşkere bike dolarê ku di bin sewîya 4,55 lîreyî de bû, piştî kabîne hat eşkerekirin dolar derket 4,73 lîreyî.
Di saetên sibehê de dolarê di bin sewîya 4,50î de destpêkiribû û di mehên dawî de daketibû bin sewîya herî kêm, lê belê piştî Serokomar Erdogan kabîneya nû eşkere kir dolar zêde bû.
Ji ber ku dolar derket sewîya 4,73yan ev di pîyasayên aborîyê de wek pêneewletîyê hat şîrovekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.