Projeya ku ji teref MEBê ve hatibû betalkirin li Bûrsayê tê domandin
“ProjeyaHîbeyê ya Wekhevîya Zayendî ya Civakî” ya ku ji teref Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ve hatibû betalkirin ji teref Walîtîya Bûrsayê ve tê domandin.
MEBÊ berî niha “Projeya Hîbeyê ya Wekhevîya Zayendî ya Civakî” betal kiribû; lê ji ber beyanata Zîya Selçukê Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî xeberên bi sernavê “Ji bo wekhevîya zayendî mektebên hesas tên vekirin” hatin amadekirin û projeya “Wekhevîya Zayendî” cardin hat rojevê. Derket holê ku Projeya Hîbeyê ya Wekhevîya Zayendî ya Civakî” ya ku ji teref Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ve hatibû betalkirin ji teref Walîtîya Bûrsayê ve tê domandin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bûrsayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji “Fona Wekhevîya Zayendî ya Civakî” serîlêdan dest pê kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.