Putîn: “Em ê pevçûna li Lîbyayê bidin sekinandin”

Putîn: “Em ê pevçûna li Lîbyayê bidin sekinandin”

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn destnîşan kir di encama xebatên serkeftî yên Tirkîye û Rûsyayê de li Almanyayê konferansa Lîbyayê hatiye lidarxistin û dû re wiha got: “Em ê pevçûna li Lîbyayê bidin sekinandin.”

Ji teref Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ve derbarê pevçûnên ku li Lîbyayê berdewam dikin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Putîn di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir di warê agirbestê de gavên ciddî tên avêtin û dû re wiha got: “Di encama xebatên serkeftî yên Tirkîye û Rûsyayê de li Almanyayê konferansa Lîbyayê hatiye lidarxistin. Em ê pevçûna li Lîbyayê bidin sekinandin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler