Putîn: Tirkîyê jî divê di G7an de hebe

Putîn: Tirkîyê jî divê di G7an de hebe

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn destnîşan kir “Digel Çîn û Hindistanê divê Tirkîye jî daxilî G7an bê kirin.”

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Foruma Îqtîsada Rojhilat a ku li Vladivostoka bajêra Rûsyayê hat lidarxistin de derbarê G7an de nirxandinan kir.

Putîn di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir, “Digel Çîn û Hindistanê divê Tirkîye jî daxilî G7an bê kirin.”

Putîn di berdewama nirxandina xwe de diyar kir ew derbarê mijarê de bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.