Qalpaxa Bendava Dîcleyê hat bicîkirin
Qalpaxa Bendeva Dîcleyê ya ku di dema tahlîyekirina ava zêde de şikîya bû hat bicîkirin.
Li Exîla Diyarbekirê dema ku hat xwestin ava zêde ya di Bendava Dîcleyê de bê valakirin qalpaxeke bendavê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şikîya û ava di bendavê de beserî û bi şikleke sûret vala bû û li hinek deran zirarê da wargehên li ber qeraxa çem. Niha li bendavê asta avê kêm bû.
Piştî ku ava zêde hat tahlîyekirin re qalpaxa nû ya bendavê bi wînc û xebatên karkeran di cihê qalpaxa ku şikîyabû de hat bicîkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.