Qandîla Regaîbê hat îhyakirin

Qandîla Regaîbê hat îhyakirin

Qandîla Regaîbê ya ku mîzgîndarê sê mehên mubarek e li Mêrdînê bi dia û îbadetan hat îhyakirin.

Li Mêrdînê welatîyan Qandîla Regaîbê ya ku mîzgîndarê sê mehên mubarek e li mizgeftan bi dia û îbadetan hat îhyakirin.

Nexasim mizgeftên bi navê Mizgefata Fuat Yagci, Mizgefta Mezin, Mizgefta Qoserê û Mizgefta  Zeynel Abîdîn di şeva qandîlê de tijî bûn û di mizgeftan bername hatin tertîpkirin.Di bernameyên ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kirin de mewlûd hat xwendin, îlahî hatin bidengkirin, selawat hatin anîn û nimêj û dia hatin kirin.

Mislimanên ku li Mêrdînê berê xwe dan camîyan pir zêde dia kirin da ku gunehên wan bên efûkirin, aramî bê li ser erdnigarîya Îslamê û derîyeke bi xêr ji bo Mislimanan vebe.

Piştî nimêja ku hat kirin Waîz Ferhat Akkoyun derbarê ehemîyeta şevê de ji xelkê re axavtinek kir. Akkoyun di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir nexasim di vê şeva mibarek de pir zêde dia bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji me re were towbe tiştekî hêsan û biçûk e; lê belê  ne wisa ye. Resûlê Xwedê dibêje ‘ez di rojekê de 70 caran towbe dikim û ji Xwedê re lawayî dikim.’ Herî dawî kengî em girîyan û ji Xwedê re lawayî kirin. Resûlê Xwedê ew qas zêde nimêj dikir ku pîyên wî diwerimîn, gelo pîyên me çi wextî werimîn? Em ê heta kengî di vî halê xafletê de bin. Em ê heta çi wextî ji van meh û şevên mibarek û bi merhemet îstîfade nekin?”

Welatîyên bi navê Elî Remezanoglu, Hadî Magîç û Welat Aydin ên ku beşdarî bernameya Qandîla Regaîbê bûn, derbarê mijarê de destnîşan kirin; ew di vê şeva mibarek de ji Mislimanan re dia kirine û ew ê şeva xwe bi nimêj û diayan derbas bikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.