Qebra bi kom a heyama Seddam hat dîtin
Li Musenneya li başûrê Iraqê qebreke bi kom a ku ji heyama Seddam maye hat dîtin.
Hat ragihandin li Musenneya parêzgeha Iraqê goreke bi kom a ku di dewra Seddam de hatibûn qetilkirin û tê de hatibûn binaxkirin hat dîtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Bîyabanîya girêdayê bajêra Semaweya parêzgeha Musennaya Iraqê goreke bi kom hat dîtin. Tê diyarkirin gora bi kom a Kurdên ku di dema Seddam de hatine qetilkrin.
Walî Ehmed Mencî Cewdet derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Cewdet di daxuyanîya ku da destnîşan kir “ Ev gora bi kom a wan birayên me yên Kurd ên ku di dema Seddam Huseyîn dîktator de hatine qetilkirin e.”
Weke ku tê zanîn di navbera Sibat-Îlona sala 1988an de li Kurdistana Başûr li hember Kurdan jenosîd û qirkirineke bi navê “Enfal”ê ji teref Saddam ve hatibû destpêkirin û jenosîda ku hat kirin de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Exlbeyê van Kurdan li çolên Iraqê bi şikleke zindî hatin binaxkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.