Qedexeya firotina cixareya pêçayî û makaronên ku tê de tutun heye dest pê kir

Qedexeya firotina cixareya pêçayî û makaronên ku tê de tutun heye dest pê kir

Li gorî guhartina ku di 26ê Hezîranê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin ji 1ê Tîrmehê pêve firotina cixareya pêçayî û makaronên ku tê de tutun heye hat qedexekirin.

Qedexeya ku doh hatibû ragihandin îro dest pê kir.

Li gorî guhartina ku hat weşandin ji kesên ku cixareya pêçayî û makaronên ku tê de tutun heye bifiroşin û li ser xwe bigerînin re ceza bê birîn.

Her wisa tê diyarkirin kesên ku ji Wezareta Daristan û Çandinîyê belgeya rayeyê ya firotinê nestînin dê nikaribin ticareta tutunê bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.