Qiza 12 salî di 4 mehan de bû hafiz

Qiza 12 salî di 4 mehan de bû hafiz

Qîza 12 salî ya ku di qursa Qur’anê ya girêdayê miftîtîya Şirnexê perwerde didît him mekteba xwe xwend û him jî di 4 mehan de bû hafiz.

Mekke Yildirima 12 salî ya ku li Şirnexê dijî ji alîyekî ve mekteba xwe xwend û ji alîyê din ve jî çû Qursa Qur’anê ya bi navê Hz. Hatîce. Yildirima ku bi ezm û cehdeke mezin perwerdehîya xwe domand di 4 mehan de bû Qur’anhafiz.

Yildirima ku di 4 mehan de bû hafiz derbarê mijarê de diyar kir divê Misliman Qur’ana Kerîm bixwînin û li heyata xwe tetbîq bikin.

“Dema ku Xweda bike nesîb û însan ezm bike tiştekî ku çênebe tuneye”

Yildirim  di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew berîya hafiztîyê tu carî wek di dema hafiztîyê de bi Qur’anê eleqedar nebûbû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di dema hafiztîyê de min Qur’anê ew qas baş nas kir ku girêdayîbûna min a ayetan û Rebbê min zêde bû.  Hezkirina min a Xweda û Qur’anê zêde bû. Hemd ji Xweda re, min jiberên xwe pir hêsan kir. Dema ku min hafiztî dikir her tim ez dihatim îmtîhankirin, îmtîhana min bi nefsa min re bû. Şeytan her tim weswesê dida min û ev yek jî asayî bû. Xoceya min ji destê min girt. Her tim devjêberdan di bîra min de bû. Min ji xwe re digot ku ez qetîyen nikarim hafiztîyê bikim. Lê belê  dema ku Xweda bike nesîb û însan ezm bike tiştekî ku çênebe tuneye. Ez şev û roj xebitîm û bi izna Xwedê bûm hafiz. Hazretî Yaqup dibêje ‘Ez êş û elema xwe re bes ji Xweda te teqdîm dikim.’ Ez jî her tim huzn û elama xwe ji Xweda re teqdîm dikir. Ez bi izna Xwedê bûm hafiz. Înşallah ez wê bijîm û bidim jiyandin. Ez hêvî dikim ku hevalên min ên din jî bibin hafiz.”

“Divê em meala Qur’anê bixwînin û pê emel bikin”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir  di roja me ya îroyîn de ji nûr û xweşikbûna Qur’an hatiye dûrketin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin her ku diçe dinya nebaş dibe. Hal ev e ku Qur’anê vekin û wê kelamê bixwînin hemû tişt ji xwe tê de heye. Ew ê pitikek çend salan şîr vexwe, divê bi însanekî/ê re çawa miamele bê kirin, dema ku em derketin derve divê em çawa cil û bergan li xwe bikin. Ev tev di Qur’anê de hene. Ji ber wê yekê ger em xweşîya vê dinyayê û ya din dixwazin divê em meala Qur’anê bixwînin û  pê emel bikin. Ez ji xoceyên xwe û ji hevalên xwe re teşekkur dikim. Xweda ji tevan razî be.”

ÎLKHA




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.