Qursên Qur'anê yên Havînê dest pê dikin

Qursên Qur'anê yên Havînê dest pê dikin

Dema ku qeydên ji bo kursên Qur'anê yên havînê berdewam dikin, mizgeft dê vê havînê jî bibin navenda perwerdehî, biratî û geşedana manewî ya zarokan.

Bi destpêkirina bêhnvedana (tetîla) havînê re, mizgeft amadekariyê dikin ku îsal jî bi şahiya zarokan tije bibin. Rayedarên ku diyar kirin qeydên ji bo qursên Qur'anê yên havînê dest pê kirine, destnîşan kirin ku hemû xwendekarên ji çar saliyê pê ve dikarin beşdarî qursan bibin û gotin ku tê armanc kirin zarok heyama havînê bi perwerdehiya Qur'an-a Pîroz, nirxên manewî û çalakiyên civakî bi rengekî berdar derbas bikin.

Cigira Miftiyê Bajarê Amedê Fatıma Kartı, derbarê xebatên qursên Qur'anê yên havînê yên ku dê li Amedê werin meşandin de axivî û da zanîn ku ew amade ne ligel perwerdehiya Qur'an-a Pîroz, di warên zanînên dînî yên bingehîn û jiyana pêxemberê me de jî perwerdehiyê bidin zarokên koma temenê 4-6 salî û hemû zarokên din. Kartı, ji bo ku zarokên xwe bixînin ser vê rêwîtiya xêrê, bang li malbatan kir.

'Mizgeftên me ji bo zarokên me hawirdoreke hem perwerdehî, hem hênikbûn (bêhnvedan) û hem jî şahiyê pêşkêş dikin'

Kartı diyar kir ku qursên Quranê yên havînê wekî her sal, îsal jî dê bi kelecaneke mezin berdewam bikin û weha got: 'Qeydên me ji vê hefteyê pê ve dest pê kirin û ji niha û pê de jî dê berdewam bikin. Di dirêjahiya dema perwerdehî û hîndekariyê de, zarokên me dikarin di her wextî de werin, qeyda xwe bikin û dest bi perwerdehiya xwe bikin. Wekî her car, îsal jî em ê li hemû mizgeftên xwe, bi artêşeke mezin a perwerdehiyê ya ku ji mamosteyên qursên Quranê, îmam û muezinên me pêk tê, zarokên xwe bi coşeke mezin pêşwazî bikin. Bi îzna Xwedê, heyama havînê dê ji bo wan hem berdar û hem jî tije destkeftiyên mezin be.'

Kartı agahî da ser kategoriyên temenî yên di qursên Quranê de jî û van îfadeyan bi kar anî: 'Wekî ku tê zanîn, deriyên me her wextî ji hemû xwendekarên me re vekirî ne. Ji ber ku di heyama zivistanê de serkeftina akademîk a zarokên me di rêza yekem de tê girtin, carinan malbat nikarin wan bişînin qursên Quranê. Lê belê di havînê de rewşeke weha nabe mijara gotinê. Mizgeft, ji bo zarokên me yên ku ji tempoya perwerdehiya dusedemî (giran) westiyane, hema bêje dibin mekanên bêhnvedanê; hawirdoreke hem perwerdehî, hem hênikbûn (bêhnvedan) û hem jî şahiyê pêşkêş dikin.'

'Qursên me yên Quranê, ji bo xwedîkirina (têrkirina) aliyên manewî yên zarokên me fersendên kêmwêne ne'

Kartı weha peyivî: 'Ji ber vê yekê, ji bo beşdarbûna kursên me tenê xwendekarbûn bes e. Hatta zarokên me yên koma temenê 4-6 salî jî di nav qursên Quranê yên havînê de cih digirin. Ji çar saliyê dest pê dike, em li benda hemû xwendekarên xwe ne. Wekî ku tê zanîn, qursên me yên Quranê yên 4-6 salî di zivistanê de jî berdewam dikin. Lê belê ji bo ku em zarokên xwe di heyama havînê de jî ji vê fersendê bêpar nehêlin, em çalakiyên xwe didomînin. Em li benda hemû zarokên xwe yên di komên temenê 4-6 salî, 7-10 salî, 10-13 salî û kategoriyên din ên temenî de ne ku werin kurs û mizgeftên me.'

"Kartı bal kişand ser ku di kursan de ligel hîndekariya Quran-a Pîroz dê di warên zanînên dînî yên bingehîn û sîyerê de jî perwerdehî werin dayîn û weha got:

'Perwerdehiya Quran-a Pîroz perwerdehiyeke pir berfireh e ku di dirêjahiya jiyanê de berdewam dike û tu caran nayê birîn. Lê belê em perwerdehiya Quranê tenê wekî hînbûna alfabeyê nabînin. Ji ber ku Quran-a Pîroz pirtûkeke weha ye ku hemû jiyanê hildigire nav xwe (dorpeç dike). Ji ber wê yekê, em ligel hîndekariya alfabeya Quran-a Pîroz, jiberkirin, tefsîr û naveroka wê jî armanc dikin. Di gel vê yekê, em hewl didin ku jiyana Pêxemberê me, exlakê rind û hemû nirxên manewî bi zarokên xwe bidin qezenckirin. Xwedê-yê Teala mirov wekî bûnerekî du-alî afirandiye. Ligel hewcedariyên maddî yên mirov, hewcedariyên wî yên manewî jî hene. Ji vê aliyê ve kursên me yên Quranê, ji bo têrkirina (xwedîkirina) aliyên manewî yên zarokên me fersendên kêmwêne ne.'

'Pir girîng e ku zarokên me ji temenê biçûk ve mizgeftê binasin û bi cemaatê re nimêj bikin'

Kartı da zanîn ku dê û bav dema ku zarokên xwe berbi serkeftina akademîk ve araste dikin (bi rê ve dibin), wan ji perwerdehiya manewî bêpar dihêlin û bal kişand ser ku hinek ciwanên bi vî rengî mezin dibin di temenên pêş de dikevin nava qeyranan (bextreşiyê): 'Dem bi dem piştî sohbetên me dê û bav nêzîkî me dibin û bi gazinc weha dibêjin: "Zarokê min berê nimêja xwe dikir, baş bû; lê niha di zanîngehê de di nava qeyranê de ye û nimêja xwe berda." Ev rewş wan daxîne nava nexweşhalî û bêbextiyeke kûr. Ji ber vê yekê pir girîng e ku zarokên me ji temenê biçûk ve hewaya mizgeftan bêhn bikin, mizgeft û cemaatê binasin, bi cemaatê re nimêj bikin. Ji ber ku perwerdehî tenê dayîna zanyariyên hişk (kuru bilgi) nîn e; perwerdehî di nav jiyanê de tê hînkirin.'

Kartı diyar kir ku ew armanc dikin zarok bi taybetî nimêja nîvro an jî ya êvarî (esr) herî kêm yekê ji wan di mizgeftê de derbas bikin û beşdarî nimêja bi cemaatê re bibin: 'Îmamên me jî giringiyeke taybet didin ku zarok bi cemaatê re nimêj bikin. Bi vî awayî heger zarokên me di wî temenî de ji mizgeft û cemaatê hez bikin, dê di temenên pêş de jî vê adeta xwe berdewam bikin. Lê belê heger em di temenê biçûk de mizgeftê bi zarokên xwe nedin naskirin û nedin hezkirin, dê di temenên pêş de serkeftina vê yekê hîn zehmettir bibe.'

'Bav, di jiyana zarok de otoriteya yekem e'

Kartı tekez kir ku di pêvajoya perwerdehiya manewî ya ku tê meşandin de rola malbatê pir girîng e û bal kişand ser ku heger piştgiriya malbatê nebe, berdewamî ne pêkan e.

Kartı weha tomar kir (da zanîn): 'Bêguman armanca me ev e ku em vê pêvajoyê ligel malbatan bi rê ve bibin. Ji ber ku dema malbat ne di nav kar de be, zarok ji hevalê xwe bibîne û bi hewes were qursê jî, berdewamiya vê yekê pir pêkan nabe. Bi taybetî ez dixwazim bang li bavan bikim. Ji ber ku bav di perwerdehiya zarok de, di bûn kesekî bimerhemet û di sosyalbûna wî de xwedî roleke pir girîng in. Di civaka me de mixabin bi ramanekî xelet dê bêtir di pêş de tê dîtin. Bêguman rola dêyê pir girîng e; lê belê wezîfeyên dê û bavan ji hev cuda ne. Bav, di jiyana zarok de otoriteya yekem e. Heger bav zarokê xwe teşvîq bike û wî fêrî civakê (sosyalbûnê) bike, zarok ji ber ku di jiyana xwe ya pêş de pêwendiyeke saxlem bi otoriteya yekem re daniye, dê di qebûlkirina otoriteya resen (bingehîn) ku Xwedê-yê Teala ye de jî zehmetiyê nekşîne. Di bicîhanîna îbadetên xwe de jî dê rûbirûyê tu rûniştin û giraniyê (zehmetiyê) nebe.'

"'Bila dê û bav zarokên xwe bişopînin, bi dîariyyên piçûk wan teşvîq bikin'"

Kartı şîretên xwe yên ji bo malbatan parve kir û van îfadeyan bi kar anî: 'Ez dikarim vê şîretê li malbatan bikim: Dema ku zarokên xwe dişînin qursan, bêguman wan bişopînin û piştgiriya wan bikin. Mizgeft yên me hemûyan in, malên civakê û yên Xwedê ne. Ji ber vê yekê, bila xwedî li mizgeftan derkevin; piştgiriyê bidin perwerdekar, îmam û mamosteyên me yên qursên Quranê. Zarokên xwe bişopînin, bi dîariyyên piçûk wan teşvîq bikin. Bi heman awayî, bi jestên piçûk piştgirîkirina mamosteyên me jî dê motîvasyona wan bilind bike. Dema zarok tên malê, bila dersên wan bişopînin, jê bipirsin ka çi hîn bûne û xebatên rind ên ku hatine kirin teqdîr bikin.'

Kartı weha got: 'Dema ku saziyên me û malbatên me dest bidin destê hev, bi îzna Xwedê dê nifşekî nû yê ku nirxên wî yên manewî bilind in, bextewar e, hesta wî ya dadweriyê pêşketî ye û tevkariyê li civakê dike mezin bibe. Nexwe, dê civakeke bêbext, belkî meyldarê xwekuştinê (întîharê) û belkî jî meyldarê tundûtûjiyê derkeve holê. Îro hemû perwerdekar qebûl dikin ku manewiyat çiqas girîng e. Dema em li çûyina cîhanê dinêrin jî, em dikarin bibêjin ku gelek pirsgirêk ji ber paşguhkirina manewiyata mirovan dertên holê. Lê belê dînê me dîneke wisa pîroz û rind e ku, heger em karibin vê dînê bi rengekî rast hînî zarokên xwe bikin, civaka me dê hem bextewar bibe hem jî nifşekî rind ê ku dinya û axireta xwe ava dike dê mezin bibe.'"

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.