Rêjeya bêkarîyê li gorî sala borî zêde bû

Rêjeya bêkarîyê li gorî sala borî zêde bû

Rêjeya bêkarîyê di meha tebaxêde li gorî heman meha sala borî zêde bû.

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha tebaxê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha tebaxê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî ji sedî 11,1 zêde bû.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha tebaxa sala 2018an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 266 hezar  zêde bû û hêjmara bêkaran derket 3 milyon  û 670 kesan.

Rêjeya îstîhdamê zêde bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha tebaxê de li gor heman meha sala borî 490 hezar kes zêde bû û derket 29 milyon û 318  kesan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.