Rejîma Sûrîyê bi topan êrîşî Hama û Îdlîbê dike

Rejîma Sûrîyê bi topan êrîşî Hama û Îdlîbê dike

​Piştî êrîşên Rûsyayê vêcarê jî rejîma Sûrîyê bi topan dest bi êrîşan kir û Hama û Îdlîbê da ber topan.

Hat ragihandin piştî êrîşên Rûsyayê yên ku doh hatin kirin re vêcarê jî rejîma Sûrîyê bi topan dest bi êrîşan kir û Hama û Îdlîbê da ber topan.

Li gor Çavdêrxaneya Mafên Însanan a Sûrîyê, artêşa Sûrîyê îro cardin li Hama û Îdlîbê êrîşî wan herêmên kêmkirina rageşîyê kir. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin tankên aîdî artêşa Sûrîyê êrîş bir li ser  gundên bi navê Kirbet, El-Gab, Havaş, El-Nakus û Hişa Îdlîbê.

Di êrîşa ku doh ji teref balafirên şer ên Rûsyayê ve li Îdlîbê hatin kirin de 5 jê zaarok tevde 10 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Midûrê Parastina Siwîl ê Îdlîbê  Mustafa Hac Yusuf derbarê mijarê de diyar kir ji bilî kesên ku hatin kuştin, di êrîşan de tevde 20 kes birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.