Rektorê Zanîngeha Harranê îstîfa kir

Rektorê Zanîngeha Harranê îstîfa kir

Prof. Dr. Remezan Taşaltinê Rektorê ZanîngehaHarranê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Rektorê Zanîngeha  Harranê Prof. Dr. Remezan Taşaltinê ku bi gotinên xwe yên ku di qanaleke televîzyonê de derheqê Erdogan de got hat rojevê ji wezîfeya xwe ya rektorîyê îstîfa kir.

Rektor Taşaltin di bernameya televîzyoneke taybet de, derheqê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de gotibû “ Ji alîyê Îslamî ve ji serokomar  re îtaatkirin ferzûl ayn e û li hemberî wî rabûn jî tê wateya revîna ji herbê ango heram e.”

Rektorê ku bi van gotinên xwe hat rojevê  ji wezîfeya xwe ya rektorîyê îstîfa kir.

Lijneya Perwerdehîya Bilind îstîfaya Taşaltin daxuyand.

Di daxuyanîya ku derbarê mijarê hat belavkirin de hat diyarkirin “Rektorê Zanîngeha Harranê  Birêz Prof. Dr. Remezan Taşaltin di 31.10.2018an de ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.