Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Bila ambargoya çekan li ser îsraîl bê sepandin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Bila ambargoya çekan li ser îsraîl bê sepandin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan kir êrîşên ku ji teref îsraîla sîyonîst ve li xwepêşandarên Filistînî tên kirin sûcên şer in û divê ambargoya çekan li ser îsraîlê bê sepandin.

Veguhastina balyozxaneya Amerîka ji Telavîv bo Qudsê ji teref Filistînîyan ve  hêj tên protestokirin. Di encama xwepêşanên ku hêj berdewam dikin de siyonîstên îşxalker qetlîameke mezin kirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristîyê ya Xazzê di xwepêşanên bi navê “Meşa Mezin a Vegerê” yên ku di 30ê Adarê de dest pê kirin de heta niha herî kêm 100 Xazzeyî hatin qetilkirin û herî kêm 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Ruhat Sena Akşenerê Dîrektorê Parêzvanîyê û Kampanyayan ê Şaxa Tirkîyê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di nirxandina  ku derbarê mijarê kir de destnîşan kir li Xazzê felaketeke mezin tê jiyan û divê demildest li dijî îsraîl amborgeyeke bi hêz a çekan bê sepandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.