Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê derbarê Yemenê de hişyarî da

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê derbarê Yemenê de hişyarî da

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê destnîşan kir, li Yemenê ji berkêmasî û tunebûna dermanan dibe ku bi dehhezaran kes jiyana xwe ji dest bidin.

Ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve derbarê Yemenê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, li Yemenê ger dermanên pêwîst neyên peydakirin dibe ku 35 hezar Yemenîyên ku bi êşa qanserê ketine jiyana xwe ji dest bidin.

Li Yemenê ji ber şerê navxweyî û êrîşên Siûdî jiyan her ku diçe zehmettir û girantir dibe. Li gorî raportên ku tên amadekirin sala borî li Yemenê ji ber êrîşên Siûd 729 zarok şehîd  û birîndar bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.