Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê: Li Kampa Al-Holê 29 zarok jiyana xwe ji dest dan
WHOyê ku Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ye destnîşan kir 29 zarokên ku li Kampa Al-Holê dijîyanjiyana xwe ji dest dan.
Ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve derbarê zarokên penaber ên ku di kampan de di bin şert û mercên giran de dijîn de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin pitik jî nav de 29 zarokên ku li Kampa Al-Hola ku li bajêra Hasekeya Sûrîyê ye dijîyan ji ber şert û mercên neyînî yên jiyanê jiyana xwe ji dest dan.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber şerê li Deîr-ez Zorê ya ku ev du meh in berdewam dikin bi hezaran pîrek û zarok berê xwe dane kampê û hewl didin di bin şert û mercên giran de bijîn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.