Rêxistinên mafên mirovan ên Xerbî: Welatên Misliman çima li dijî Çînê bêdeng in
Rêxistinên mafên mirovan ên Xerbî bang li welatên Mislimanan kirin û pirsîn hûn çima li dijî Çînê bêdeng in?
Sazîyên civaka sîwîl ên Xerbî yên ku di warê mafê mirovan de fealîyetan dikin, di warê îhlalên ku ji teref Çînê ve li Tirkistana Rojhilat yên kirin de bang li welatên Mislimanan kirin û destnîşan kirin “Hûn çima destekê nadin Tirkistana Rojhilat?”
Kenneth Rothê Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di civîna çepemenîyê ya ku li Cenewreyê hat tertîpkirin de axivî û bal kişand li ser îhlalên mafên mirovan ên ku li Tirkistana Rojhilat ji teref Çînê ve tên kirin û diyar kir “Ew îhlalên mafan ên ku li Sîncanê tên kirin îhlalên gelekî mezin û muhîm in ku pêwîst e bêyî nîqaşê ev yek di çarçoveya lêkolîneke navneteweyî de bên tehqîqkirin.”
“Welatên Misliman çima ji bo zilma ku ji teref Çînê ve li zêdetirî milyonek Uygurî re tê kirin bêdeng dimînin?”
Roth di berdewama axavtina xwe de bang li welatên Misliman kir û got: “Ew welatên Misliman dixwazin Neteweyên Yekbûyî wê zilma ku ji teref Myanmarê ve li 700 hezar Mislimanê Arakanî hat kirin bê lêpirsîn, çima ji bo zilma ku ji teref Çînê ve li zêdetirî milyonek Uygurî re tê kirin bêdeng dimînin? Tiştê ku ji teref Çînê ve tê kirin hewldana guhartina nasname û dînê kêmanî û mînorîte ye.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.