Rojeva civîna li Tahranê dê Îdlîb be

Rojeva civîna li Tahranê dê Îdlîb be

Dahatûya Sûrîyê dê di civîna ku dê îro li Tahranê bê tertîpkirin bê bidestxistin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dê îro li Tehranê di civîna sêalî ya Sûrîyê de bicivin û dê geşedanên dawî yên li Sûrîyê binirxînin.

Ew ê xala sereke ya rojeva civînê Îdlîb be. Ew ê di civînê de operasyona ku îhtîmal e li Îdlîbê bê kirin bê gotûbêjkirin.

Tê diyarkirin ew ê di lûtkeyê de nexşeya rê ya dawî bo Îdlîba Sûrîyê ji teref her sê lîderan ve bê diyarkirin. Li gor agahîyan hûrgilîyên êrîşa ku dê li Îdlîbê bê kirin dê piştî civînê diyar bibin.

Tê gotin ew ê Erdogan û Putîn jî hevdîtinekê bikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.