Rojnameger sedema îptalkirina kartên çapemenîyê meraq dikin

Rojnameger sedema îptalkirina kartên çapemenîyê meraq dikin

Endamên çapemenîyê yên ku kartên wan ên çapemenîyê yên ku kart ji wan re nayê dayîn an jî kartên wan hatine betalkirin sedema vê yekê meraq dikin.

Serokê Konseya Çapemenîyê a Êlihê Weysî Demîr derbarê mijarê de gazin û gilîyên xwe û yên hevalên xwe anî ziman û bertek nîşanî rewşê da.

“Em dixwazin sedema îptalkirina kartên me hîn bibin”

Demîr di daxuyanîya ku da destnîşan kir, berî niha karta wî ya çapemenîyê hebû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nêzî 2 salan min karta xwe bikar anî, lê belê piştî ku sîstema hikûmetê ya kartan hat guhartin re karta me ya çapemenîyê îptal kirin.Ev bû nêzî sal û nîvê ku em li pey vê meselê ketine û em dixwazin sedema îptalkirina kartên me hîn bibin, lê hêj em sedema vê yekê nizanin. Ne ez tenê, weke min nêzî sed hevalên min ên ku kartên wan hatine betalkirin hene. Em dixwazin dawî li vê mexdûrîyeta me bê anîn û karta me ya çepemenîyê bidin me. “

“Rayedar ji me re digotin, problemek tune ye, dema ku dora we hat dê karta we bidin we”

Min karta xwe di sala 2017an de stand. Piştî ku pergala hikûmetê ya serokwezîrtîyê hat guhartin û di şûna wê de pergala Serokomartîyê hat sazkirin re me ji bo kartên muracata kir, lê belê kartên nû nedan me. Her çi qas me pirsa wan dikir jî ji me re digotin, problemek tune ye, dema ku dora we hat dê karta we bidin we. Dû re me fam kir ku ev bû nêzî sal û nîv ku kartên me îptal kirine. Em sedema îptalkirina kartan jî nizanin. “

 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.