Rûhanî: Amerîka dê ji ber mueyîdeyan poşman bibe

Rûhanî: Amerîka dê ji ber mueyîdeyan poşman bibe

Piştî qerar mueyîdê ya Amerîkayê re Serokomarê Îranê Rûhanî daxuyanî da, Rûhanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê Amerîka ji ber sepandina mueyîdeyan poşman bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump qerarnameya mueyîdeyên ku dê li Îranê bê sepandin îmze kir. Mueyîde dê ji îro pê ve bên sepandin.

Piştî îmzekirina qerarnameya mueyîdeyan ji teref Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ve daxuyanî hat dayîn. Rûhanî di daxuyanîya ku da televîzyona dewletê de destnîşan kir “Amerîka dê ji ber mueyîdeyan poşman bibe.Amerîka li dinyayê bi tena serê xwe maye. Li hember zarok, nexweş û temamê neteweyê Îranê mueyîdeyan disepînin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.