Rûhanî: Divê temamê dinyayê li dijî Amerîka biraweste
Serokomarê Îranê Rûhanî di axavtina xwe ya ku di merasîmekê kir de destnîşan kir divê temamê dinyayê li dijî Amerîka biraweste.
Li Îranê ji ber minasebeta Îda Remezanê merasîmek hat tertîpkirin û di merasîma ku hat tertîpkirin de Lîderê Înqilaba Îslamî yê Îranê Seyyîd Alî Hamaney hinek rayedar, sefîrên welatên Îslamê û xelkê qebûl kir.
Hesen Rûhanîyê Serokkomarê Îranê di merasîma ku hat tertîpkirin de axavtinek kir. Rûhanî di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser kiryarên Amerîka yên li welatên Mislimanan û dû re wiha axivî: “Dijmin ne tenê taahutên li hember Îranê bi heman awayî yên taahutên herêmî û kurewî binpê bike. Divê temamê dinyayê li dijî Amerîka biraweste.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.