Rûhanî Serokomar Erdogan tebrîk kir
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji ber serkeftina di hilbijartinan de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re peyamek şand û ji ber serkeftina AK Partîyê ew pîroz kir.
Rûhanî di peyama xwe ya pîrozkirinê de destnîşan kir “ Ez ji Xwedê ji bo Serokomar Erdogan û xelkê Tirkîyê yê ku ji me re bira û dost e serkeftin û bextewarîyê dixwazim.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.