Rûsya: Êrîşa mûşekî ya li Humusê îsraîl tertîp kir

Rûsya: Êrîşa mûşekî ya li Humusê îsraîl tertîp kir

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê destnîşan kir kesê ku bi mûşekan êrîşî baregaha leşkerî ya Tayfura Sûrîyê kir balafirên îsraîla sîyonîst e.

Hat ragihandin di êrîşa mûşekî ya ku li baregaha leşkerî ya Tayfura Sûrîyê hat kirin de gelek kes mirin.

Li gor daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin êrîş ji sehaya asimanî ya Lubnanê hatiye lidarxistin û ji 8 mûşekên ku hatine avêtin 3 mûşek îsabetî baregahê kirin.

Çavdêrxaneya Mafên Însanan a Sûrîyê destnîşan kir di êrîşa ku hat lidarxistin de tev de 14 kes mirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.