Rûsya gule berda keştîya şer a Ukraynayê

Rûsya gule berda keştîya şer a Ukraynayê

Fermandarîya Hêzên Deryayê ya Ukraynayê destnîşan kir Rûsya gule berda keştîya şer a Ukraynayê.

Ji teref Fermandarîya Hêzên Deryayê ya Ukraynayê ve hat destnîşankirin Rûsya gule berî keştîya şer a Ukraynayê da.

Li gor daxuyanîya ku ji teref Fermandarîya Hêzên Deryayê ya Ukraynayê ve hatiye belavkirin li Behra Azakê ji keştîya Rûsyayê ya ewlehîya sînor ve gule berî li keştîya şer a Ukraynayê hatiye dayîn.

Di encama bûyera ku rû da de 2 keştî zirar dîtin û çend kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Serwîsa Ewlehîya Federal a Rûsyayê ve jî daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin rejîma Kîevê Hêzên Deryayê yên Ukraynayê bi kar tîne û li herêma Deryaya Reş di pey provakasyonê de ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.