Rûsya: Karê me sepandina peymana S-400î ye

Rûsya: Karê me sepandina peymana S-400î ye

Rûsya di daxuyanîya ku derheqê koma xebatê ya Tirkîye û Amerîkayê de da de destnîşan kir “Ev yek ne meseleya me ye. Karê me sepandina peymana S-400î ye.”

Berî niha di çapemenîyê de derketibû holê ku ew ê Tirkîye û Amerîka di warê meseleya mûşekên S-400î de koma xebatê ya hevpar bidamezrînin. 

Derbarê vê koma xebatê ya ku ew ê bê damezrandin de ji teref Rûsyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov di daxuyanîya ku da destnîşan kir “Hewca nake Tirkîye derheqê vê mijarê de me agahdar bike. Lewra ev yek ne meseleya me ye. Karê me sepandina peymana S-400î ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.